
Dadgeha rêjîmê li bajarê Pîranşarê, bi tohmeta “Hevkarî digel yêk ji hizbên Kurdistanî yên dijberî rêjîmê”, sizaya girtîgehê bi ser 2 girtiyên siyasiyên Kurd de sepand.
Pêka rapora Navenda Mafê Mirovî li Îranê, roja Şemî 17ê Sermawezê, 2 girtiyên siyasiye Kurd ên bi navên “Selam Sultanî û Emîr Feqe” ên xelkê gundê “Xurînc”ê, ji aliyê taya 102 a dadgeha sizakirina 2 a rêjîmê li bajarê Pîranşarê, bi ser her yek ji wan de 5 sal hewskirin sepandiye.
Selam Sultanî li 17ê Banemerê û “Emîr Feqe” li 2ê Cozerdana 1403 a Rojî, li gundê “Xurînc”ê de hatibûne binçavkirin û bo girtîgehên nihênî yên îtilaata rêjîmê li bajarê Urmiyê, hatibûne veguhastin û piştî lêpirsînan bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Nexedê hatibûne vegihastin.
Ew girtiyên siyasiyên Kurd heta heyameke dirêj ji destpêregihîştin bi parêzer û heta pêywendiya têlêfonî jî bêpar bûne.
Li dadgeha înqilab a rêjîmê li bajarê Mihabadê de jî, dosyeyek din bo wan welatiyên Kurd hatiye vekirin lê heta niha, ti zanyariyek ji dema dadgehîkirin û tohmetên sepandî bi ser wan welatiyan, li ber dest nîne.