Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamosteyekî kurd ê xelkê Kamêranê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hate girtin

12:22 - 7 Kanûna pêşîn 2024

Li gorî nûçeya Kolber newsê, roja 13ê Sermaweza 1403 a Rojî, Hemîd Ezîzî mamoste li gundên Gazirxanî û Pillnganê ser bi bajarê Kamêranê, piştî gazîkirin bo binkeya ewlehî a beşa hînkariya wî bajarî, li vir hate girtin û bo cihekî nexûya hate veguhastin, tevî derbasbûna 4 rojan bi ser girtina wî re, hewlên malbata wî bo agehdarbûn ji çarenivîsa navbirî bê encam maye.

Hemîd Ezîzî derçûya Duktorayê li zanistên hînkarî û ragehandin li zanîngeha Elame Tebatebayî li bajarê Tehranê ye.

Heya belavbûna vê nûçeyê ti zanyariyek li derheq sedema girtin û cihê ragirtin û tohmetên sepandî bi ser Hemîd Ezîzî li ber dest de nîne.