Welatiyek bi tohmeta hevkarî digel Îsraîl, sizaya bidarvekirinê bi ser de hatiye sepandin, berpirsê pêştir ê dezgeha dad a rêjîmê îtiraf kiribû ku ti zanyariyek li derheq biker û şêwaza kuştina zanayên navkî nînin.
Pêka raporên belavbûyî, , girtiyê siyasî li girtîgeha Êvîn a rêjîmê li bajarê Têhranê, “Mihemedemîn Mehdewiyê Şayêstê” yê temen 26 salî, ji aliyê dadgeha rêjîmê ve bi tohmeta hevkarîkirin digel Îsraîlê, sizaya bidarvekirinê bi ser de hatiye sepandin.
Navbirî li jêr îşkenceyan de neçar bi îtirafkirina bi zorê hatiye û herwisa rêjîmê tohmeta “bêrêzîkirin bi pîroziyên ola Îslamê” bi wî dane.
Rêjîma Îranê ku ti belgeyek li ser hevkariya xelkê digel Îsraîlê bi taybet li Kuştina Muhsin Fexerîzade, yê pasdarê rêjîma Îranê û herwisa çendîn zanayên navkî yên rêjîmê nînin, heta niha bi îşkencekirinên hovane û dûr ji hemû yasayên exlaqî û mirovê, girtiyên bêtawan neçar bi îtirafa bi zorê li derheq pêywendî û hevkarî digel Îsraîlê kirine.
Li parêzgeha Urmiyê de 8 kes bi tohmeta veguhastina alavan bo kuştina tacir-pasdarê rêjîmê Muhsin Fexrêzade, sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin, ew li halekê de ye ku serokê dezgeha dad a rêjêmê li kabîneya Hesen Rohanî de îtioraf kiriye ku ti belgeyek li derheq biker û şêwaza kuştina Muhsin Fexrîzade û zanayên navkî li ber dest nîne.