Serokê Ajansa Nanetwî ya Wizeya Navkî, ragihandiye ku rêjîma Îranê mijûlê berhemanîna 7 heta 8 beranber a Oraniyoma meyandî ya %60 e.
“Rafaêl Girûssî” Serokê Ajansa Nvnetwî ya Wizeya Navkî li hevpeyvîn digel nûçegihaniya Reutersê de ragihand ku rêjîma Îranê mijûlê berhemanîna 7 heta 8 qatî ya Oraniyoma meyandî ya %60 e û her heyvê 5 heta 7 kîlo Oraniyoma Meyandî bi tîratiya %60, dimeyand lê niha, ew rêje 7 heta 8 beranber zêde kiriye.
Pêka raporên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî meyandina zêdetir, pitir li navenda Navkiya Fordoyê de tê kirin lê li rastiyê de heta nihga xuya nîne ku rêjîma Îranê li çend cihan de navendên navkê yên veşartî hene û bi serastî xuya nîne ku rêjîma Îranê Oraniyomê heta çi astekê dimeyîne û heta niha jî bersiva peydabûna Oraniyoma peydabûyî bi tîratiya %83.7 li navenda neragihandiya Torqozabadê de nedaye.
Tevî hemû hewlên cihanê bo rêgirîkirin ji rêjîma Îranê, bernameya navkî ya vê rêjîmê bo meyandina zêdetir a Oraniyomê berdewam bûye ku niha gefeke herî metirsîdar li ser ewlehî û aramiya cîhanê ye.