Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hikûmeta dîktatore Beisa Sûriyê sernixûn bû

10:52 - 8 Kanûna pêşîn 2024

Piştî 11 rojan derbasbûna bi ser êrîşa hêzên dijberî rêjîma Sûriyê’ û kontirolkirina yêk du yêkêye bajar û parêzgehên Sûriyê’ îro yêkşemî 8ê Dêsambra 2024an, Şama paytextê Sûriyê bi temamî kevte jêr kontirola hêzên opozîsyonê û dawî bi deshilata nêzî 60 sal a malbata Esed hat.

Hevdem digel geheştina çekdarên dijberî rêjîmê bo nava heçî kîjan ji bajaran, xelk bo pêşwaziya wan çon û kontirola bajar digirtine dest xwe.

Hêzên artêşa hikûmeta Beşar esed bê berwanîkirin li hemî cihekê paşvekêşî dikin û hemî çek û cebirxane û firoke û tang û top bi cî dihêlan, û artêşa Sûriyê amade nebû çiyê din ji bona parastina deshilata dîktaoriya Beşar berxwe bide û şer bike.

Li nava Şamê de hemî dem û dezgeh û îdare û ragihandinên hikûmetî kevtne jêr kontirola xelkê û hêzên şorişvan.

Piraniya xelkê Sûriyê îro rijiyane ser şeqaman û sernixûniya rêjîma Esed ji gelê Sûriyê û malbatên qurbaniyên destê Esedê dîktator pîroz kirin û bi şahî û keyfxweşî û hevdu himbêz dikin.

Bi Hezaran hêzên artêşa Sûriyê bê evê ku şer bikin, ji sinûr ve derbasî nava Îraqê bûn.