Dadgeha rêjîmê li bajarê Bokanê, 3 heyv girtîgeh bi ser bavê Şehîd “Mihemed Hesenzade”, li tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê de sepand.
Pêka rapora Kurdpayê, Ehmed Hezenzade, bavê Şehîd “Mihemed Hesenzade” li Tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê ji aliyê taya 101 a dadgeha sizakirina 2 a rêjîma Îranê li bajarê Bokanê ve, bi tohmeta “propaganda li dijî rêjîmê” 3 heyv sizaya girtîgehê bi ser de sepand.
Sizaya sepandî bi ser vî bavê Şehdê tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê, li 15ê heyva Sermawez a sala 1403 a Rojî, bi awayek fermî bi navbirî hatiye ragihandin.
Ew welatiyê Kurd li Roja Sêşemî 27 Xermanan a 1403 a Rojî, bi danîna barimteyê ji girîgeha rêjîmê li bajarê Bokanê, hate azadkirin.
Roja 25ê Xermanan a 1403 a Rojî û hevdem digel Duyemîn salvegera Tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê, “Ehmeed Hesenzade” li şeqameke bajarê Bokanê de ji aliyê hêzên îtilaat a rêjîmê yên bi kincên medenî, li bajarê Bokanê hatibû binçavkirin.
Heta Niha Cendîn caran ew welatiyê Kurd ji aliyê dezgehên ewlehî yên rêjîmê ve hatiye banhgêjkirin û binçavkirin.