
Rêjîma Îranê bi xelkê huşdarî daye ku kêmtir gazê bi kar bînin û bikaranîna gazê gelek zêde bûye, ev yek li halekê de ye ku rêjîma Îranê gaza hewce bo xelkê kêm dike û bo qazanca zêdetir, hinarde dike.
Roja Yekşemî 11ê Sermawezê, Şirketa gaza rêjîma Îranê daye zanîn ku bikaranîna gazê gihîştiye asta huşdarîdanê û daxwaz ji xelkê kir ku gazê kêmtir bi kar bînin, ew yek li halkekê de ye ku rêjîma Îranê gaza pitira kompanî, şirket û kargehên mezin û biçûk ên berhemanîn li Îranê qut kiriye û bi beşa hinardekirinê zêde kiriye.
Herwisa li vê derheqê de {Seîd Tevekulî{, cihgirê wezîrê nefta rêjîmê li karûbarên gazê de îdia dike ku bikaranîna gazê li 500 milyon metrên 3cî derbas bûye û bi pêka sala par, 50 milyon metra 3cî gaz, zêdetir hatiye bikaranîn, ew yek li halekê de ye ku rêjîma Îranê her rojê zêdetir ji 3 milyon û 400 hezar bermîl neft û gaza şil hinarde dike ku ti qazancek jî bo xelkê Îranê nîne û dahata vê bo siyasetên wehmî yên rêjîmê tê xerckirin.
Herwisa vê rêjîmê pitira gaza hewce bo wizegehan qut kiriye û binkeya navkiya Bûşêhrê jî ku zêdetir ji hezar milyard Dolar heta niha xerc lê hatiye kirin ti berqek berhem neaniye.
Rêjîma Îranê roj bi roj astengî û givaşên bo ser jiyana xelkê Îranê zêde dik , li halekê de xelk rastî astengî û pirsgirêka gaz, bênzîn û şewatê hatiye, dezgehên rêjîmê bi hezaran tankêran ber çavên xelkê vê bo derve hinarde dikin.