
Beşar Esed û malbata wî revîne Rûsiyê û tevî hemû alozî û guherinên siyasî li Sûriyê, qonaxeke nû ya siyasî li Sûriyê de dest pêkiriye û herwisa deriyek nû bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê webûye.
Rêjîma Sûriyê bi sedema dîktatoriya zêdetir ji 50 sal desthilatdariya Hafiz Esed û kurê wî Beşar Esed, gihîşte qonaxek ji nerizayetiya xelkê ku li heyama 11 rojan de hate herifandin û hêzên dijberî vê rêjîmê bi kêmtirîn şer û pevçonan desthilatdariya malabata Esed bi dawî anîn.
Herîfîna rêjîma Beşar esed tevî ku keyfxweşiya xelkê Sûriyê li pey xwe aniye, çendîn kesayetiyên payebilind ên dewletên Erebî pêşewazî ji vê serkevtinê kirine û pîrozbahî li xelkê Sûriyê kirine.
Serokê hêzên Tehrîr-Elşamê “Ebû Mihemd Elcolanî” bi guherîneke siyasî jî girûpeke çekdar a tundajoya îslamî bi hêzeke netewiya Erebî, hewla cihgîrkirina sîstemeke heta asteke giştgîr dide, vê hêzên tevî ragihandina vê yekê ku dujminê wan bi tenê rêjîma Îranê û Hizbullaha Lubnanê ye, deriyeke nû bo paşerojê li Sûriyê de wekirine û egera vê yekê heye ku Amerîka û welatên din ên Rojavayî, navê girûpa “Tehrîr El-Şam”ê li lîstêî rêkxiravê terorîstî de derbixin.
Li halekê de piraniya hêzên artêşa Sûriyê, digel dijberên rêjma Beşar şer nekirin, binke û bargehên xwe an radestê wan kirin an betal kirin.
Heta niha ti pevçoneke mezin li navbera hêzên Terhîr El-Şam û hêzên Kurdî de neqewime û zêdetir hêza Sûriyeya Azad digel Kurdên Rojava şer kiriye.
Niha deriyeke nû bo Kurdên Rojavayê Kurdistyanê vebûye û hekî bikarin bi yekgotarî û yekhelwîstiya hemû hizb û aliyên Kurdên Rojava digel sîstema bê ya desthilatdar li Sûriyê danûstandinê bikin, dê qonaxên geştir li vê beşa Kurdistanê de dest pê bibe.