Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malnişînkiriyan li çendîn bajarên Îran û Kurdistanê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin

12:28 - 9 Kanûna pêşîn 2024

Mamostayên malnişînkirî û malnişînkiriyên îdareya Muxabiran li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Roja Duşemî 19ê Sermawezê, malnişînkiriyên Îdareya Muxabirat li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarên wek Kirmaşan û Bîcarê de kombûna nerizayertiyê li derheq cîbicînebûna ayînnameya jimare 24 a sala 1398 û yasaya 21 a birêveberiya xizmetguzariyan û sitada birêveberiya vê îdareyê ku li qurixa spaha pasdaran a terorîst de ye û çendîn mijarên din li rûberûyê bînaya îdareya muxabirat li wan bajaran de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa malnişînkiriyên îdareya Muxabirat li bajarên wek Tewrêz, Ehwaz û Şîraz de hevşêweyê malnişînkiriyên vê îdareyê yên li Rojhilatê Kurdistanê, li rûberûyê bînaya îdareya Muxabirat li wan bajaran de kombûna nerizayetiyê bi rê vebirin û daxwaziyên xwe dubare kirin.

Herwisa hejmareke zêde ji mamostayên malnişînkirî li bajarê Têhranê de bi rêpîvaneke nerizayetî li rûnberûyê bînaya meclîsa rêjîmê, kombûna nerizayetî lidar xistin û daxwaza birêveçona pilebendî û vergirtina maf û hiqûqên xwe kirine.