Hewcehiya lezgîn
N. Nûredîn Sofîzade
Îro rojê ku wext teng dibe û egera ji destçona derfetê bo gelê Kurd heye
Îro di demekê de ku bûyer dem bi demê dibne sedemê guhertinan û Rojhilata Nawîn avisê guhertinan e, û wisa tête dîtin ku jiopilotîka nawçê bête guherîn û bandorê dabinê ser rewşa civakî û siyasî û cografiyayî û piraniya deshilata welatên nawçê tevdigerin ku pêşya pêla tunde wan guhertinan biguherin, hewceye ku netewa herî mezin û bê qeder û bê maf û dewleta xwe, anku gelê Kurd jî mifahê ji wan pêlên guherinan wergire.
Divê gelê me amadekarî bo guhertinan hebe, ku di wan guhertinan de xwe wekî hêzekî xwedî bandor bide xuya heya ku aliyên ku biryara guhertinê li herêmê de dane, bikarin hisabê li ser hêz û bandora Kurdan bikin.
Ev xwedî bandoriya û nîşandana hêza Kurd jî tenê û tenê li yêkitî û yêk gotarî û yêk helwêstiya hêzên siyasiye Kurd li her çwar perçên Kurdistanê de ye. Divê Kurd bikare di kar û dîplomasiya xwe de digel welatên xwedî hêz bide xuyakirin ku dikare bibe karekterekî sereke û li wan guhertinan de berjewendiya netewiye xwe hilince, çimku tu carî li dîroka aliyê kêm 100 salên dawî de, bi qasê îro dewletên dagîrkerên Kurdistanê lewaz nebûne û bext yarê Kurdan nebûye. Rêjîmên Îran, Turkiye, Îraq û Sûriye niha kevtine ber tirsa jinavçonê û hilopepkanê dikin ku belkî bikarin xwe ji sernixûniyê rabigrin, heta hekî lewaz û bê hêz û bêne qet qetkirinê jî. Lewra dive Kurd ji wî bextê ku îro hatiye ber derî, xwedî derkeve û dev ji vê bela velaya nav xwe de bîne û nehêle derfeta zêrîn ji dest biçe.
Gotara Netewî, Gotara yêkrêzî, gotara dewlet xwaziyê, gotara xwedî derkevtin ji mafê netewî, gotara xelasiya ji bindestiya hikûmetên dagîrker, gotara çêkirina dewlet û welatê serxwebûna Kurdan, dive bo hemî hêzên siyasiye Kurd li her çwar perçên Kurdistanê re bibin gotarên zimanê dîplomasiyê daku civatgeha cîhanî û welatên xwedî bandor ku rol li guhertinan de hene, bikarin li ser hêz û senga Kurdan hisabê bikin.
Hekî ev neyê kirin, renge bo 100 salên dine jî bext neyê ber derê Kurdan û carekî din dujminê Kurdan hinde zelûl û lewaz nebin.