Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Opozîsiyona Sûriyê lêborîna giştî da hemû serbazên artêşa rêjîma Sûriyê

11:05 - 10 Kanûna pêşîn 2024

Birêveberiya operasiyonên serbazî yên opozîsiyona Sûriyê, biryara lêxweşbûna hemû serbazên artêşa rêjîma Beşar Esed daye û ragiyhandiye ku canê wan dê parastî be û ti kesê mafê tolhildanê nîne.

Roja derbasbûyî, Birêveberiya operasiyonên serbazî yên opozîsiyona Sûriyê, bi belavkiririna daxuyaniyekê daye zanîn ku biryara lêxweşbûn li hemû serbazên artêşa rêjîma Beşar Esed daye û bi tekezî daye zanîn ku hemû serbazên artêşa Sûriyê ku bi şêwaza serbaziya bi zorê li artêşa Sûriyê de bûne, can û jiyana wan ji hemû gef û destdirêjiyekê, dê parastî be.

Hertwisa li vê rojê de fermandeyê giştî yê girûpên çekdar ên opozîsiyona Sûriyê hejmarek biryarên goîtî ragiahndine.

Hinek ji wan biryaran evin: Kesê mafê tolhildana xwîna şehîdan nîne, li ber evê ku wan şehîdan li pêxema azadiyê canê xwe gorî kirin, ne bo armancekî şexsî, îro armanca wan azadî hate cî.

Heçî tolhildan û teswiyekî şexsî di navbera xelkê de, dê sizayê herî tund bi dû de be.

Heçî kes û aliyek hereketekê bike ku bibe sedem tevdanî û netifaqiyê ku astengan li pêşya pêvajoya çêkirina Sûriye ya nû çêke, dê bi tundî bête sizadanê.

Heya agadariya bê, bo evê ku tevlîhevî li bazarê çênebe, heçî kesê tenê mafê kirina hewcehiyê xwe heye, bo mînak bo her kesek dikare rojê 4 nanan bikire, û hekî kesek bi mebesta paşkevtkirinê hewcehiyan bikire û bibe sedemê kim bûna wan hewcehiyan li bazarê, dê bête sizadanê.

Heya agehdariya bê, hemî rojê demjimêr 5ê piştnîvro heya 5ê sibêdehê, hatin û çon qedexeye.

Heçî kes û aliyek tedexulê ji şêwaza cilûbergên jinan de bike, dê bi tundî bête sizadanê. Azadiya şexsî bo herkesî heye û rêz girtin ji mafê takan bingeha neteweyekî pêşkevtî ye.

Divê ka û canê kesên rojnamevan li tilevîzyon û radio û mediayan bête parastin