Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Senatorekî Amerîkayê li derheq gefên DAÎŞê huşdarî da

11:22 - 10 Kanûna pêşîn 2024

Senatorekî Dêmokratên Amerîkayê li derheq gefa DAÎŞê li Sûriyê huşdarî da û bi tekezî ragihand ku hewce ye hevkarî û piştevanîkirina Amerîka li Kurdên Rojava, berdewam be.

Li halekê de Amerîka û Îsraîl paşmavên cebilxane û enbarên çekên kîmiyayî û herwisa cebilxaneya veşartî yên startejîk ên rêjîma Beşar Esed, bo vê ku nekevin destên girûpên çekdar li Sûriyê, wan dikin armanc, herwisa egera destpêkirina gef û êrîşên girûpên tundajo wek girûpa terorîstiya DAÎŞ li Sûriyê zêde bûye.

Li vê derheqê de senatorê Dêmokrat ê Amerîkayê “Kirîs van Holn”, bi micidî huşdarî daye û tekezî li ser piştevanîkirin û hevkariya Artêşa Amerîka ji Kurdên Rojava bo sekinîn li hember wan gef û êrîşan de kiriye.

Hêj reweşa Kurdên Rojava digel desthilata nû ya Sûpriyê bi serastî rohn nebûye û xuya nîne ku Kurdên rojava dê rastî çi biryareke dewleta nû ya Sûriyê bibin.

Herwisa li vê derheqê de “Binyamîn Netanyaho”, serokwezîrî Îsraîl ragihand: “girûpên nêzî rêjîma Îranê hêj bi tevavî ji nav neçonê lê, me soz daye ku rûk û şêwaza Rojhilata navîn bigiherînin”.

Herwis Îsraîl tekezî li ser vê kiriye ku paşmaweyên rêjîma Beşar Esed ji nav bibin û roja derbasbûyî jî zêdetir ji 180 êrîşên esmanî li Sûriyê de encam dane.

Enbarên çekên kîmiyayî yên rêjîma Beşar Esed , metirsiyeke bi sam e ku bikeve destên girûpên tundajo.