Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên paha pasdaran a trorîst ji Sûriyê direvin

11:43 - 2 Kanûna pêşîn 2024

Tevî ku hejmareke zêde ji hêzên spaha pasdaran a terorîst li Sûriyê de hatine kuştin, rêjeyke zêde ji wan hêzan ji Sûriyê direvin û pêka dawî amaran bi balafiran ji bajarê Humsê ve bo bajarê Têhranê ve çone.

Pêka dawî amarên belavbûyî, hêzên Tehrîr El-Şam û hêzên din ên dijberî rêjîma Beşar Esed, êrîşên xwe bo ser bajarên din ên wek Hemmayê tundir kirine û hêzên sûriyê û herwisa spaha pasdaran a terorîst ji binkeyên xwe revîne û heejmareke nexuya ji wan hatine kuştinê.

Li halekê de ku artêşa rêjîma Beşar Esed û hêzên spaha pasdaran a trorîst paşekêşiyê dike, enbarên cebilxaneya xwe jî diteqînin, hêzên Tehrîr El-Şam li derwazeyên bajarê Hemayê de digel wan hêzan ser bi rîjîma Beşar Esed şer dikin û egera kevtina wî bajarî bi destê hêzên dijberî rêjîmê li demeke kin de gelek zêde ye.

Pêka gotina hinek çavkaniyên nefermî, hêzên spaha pasdaran a terorîst daxwaz ji rêjîma Îranê kirine ku bi lezgînî, wan û malbatên wan li Sûriyê veguhaze û binkeya spaha pasdaran li “Xan Sîyxûn” de kevtiye destê hêzên “Tehrîr El-Samê.

Herwisa hejmarek ji milîsên ser bi rêjîma Îranê û artêşa Beşar Esed ji aliyê dijberên vê rêjîmê li devera “Meimerat El-Meiman” li derdora bajarê Idlibê de hatine girtin û balafirxaneya leşkeriya “Koyrisê” jî kevtiye destê wan hêzan.