Dadgeha rêjîma Îranê, sizaya girtîgehê bi ser welatiyekî xelkê bajarê Pîranşarê de sepand û herwisa 4 mamostayên xelkê bajarê Dîwanderê ji aliyê perwerde û hînkariya rêjîûmê ve siza bi ser de hatiye sepandin.
Pêka raporên belavbûyî, taya 1 a dadgeha înqilab a rêjîmê li bajarê Mihabadê tohmeta sîxurîkirin bi welatiyek ê bi navê “Eyûb Demawendî”, xelkê gundê “Dêlzê” ser bi bajarê Pîranşarê daye û bi vê tohmetê, siza 5 sal û 15 roj hepskirin bi ser de sepandiye.
Navbirî li 11ê Gelawêja 1403 a Rojî, ji aliyê hêzên hov ên îtilaata spaha pasdaran a terorîst ve bê belgeya yasayî li mala xwe de hate binçavkirin û piştî heyvek lêpirsînan, ji girtîgeha îtilaata a rêjîmê li bajarê Urmiyê, bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Nexedê, hate veguhastin.
Herwisa îdareya perwerde û hînkariya rêjîmê, 4 mamsota yên bi navên “ Omîd Şahmihemedî, Kawe Mihemedzade, Pewîz Ehsenî û hîwa Qurêyşî” yên xelkê bajarê Dûwanderê ji kar hatine derxistin û sizaya 5 sal dûrxistina bo bajarê Qurwê, bi ser wan mamostayan de sepand.