
Welatiyekî Kurd ê mamostayê zimanê Kurdî yê xelkê bajarê Sinê, ji aliyê rêjîma Îranê ve 2 sal sizaya girtîgehê bi ser de hate sepandin.
Pêka rapora “Hengaw”ê, “Idrîs Minberî” mamostayê zimanê Kurdî û çalakvanê medenî, endamê Heyeta Birêveberiya Navenda “Nojîn” li dadgeha pêdeçonê de salek sizaya girtîgehê û salek sizaya ragirtî ya girtîgehê bo heyama 3 salan, bi ser de hatiye sepandin.
Pêka vê raporê, navbirî bi tohmeta “avakirina girûp bi armanca alozkirina ewlehiya Îranê” ji aliyê taya 1 a dadgeha înqilab a rêjîmê li bajarê Sinê, ew sizaya bi ser de hatiye sepandin û ew biryara dadgeha rêjîmê, li 19ê Sermawezê bi wî welatiyê Kurd hatiye ragihandin.
Navbirî li heyva Xezelwera sala derbasbûyî de digel “Sirwe Pûrmihemedî” ji aliyê taya 1 a dadgeha înqilab a rêjîmê li bajarê Sinê de 10 sal sizaya girtîgehê bi ser de hatibû sepandin.
“Idrîs Minberî” li 27ê Sermaweza 1401 a Rojî, ji aliyê hêzên îtilaat a rêjîma Îranê ve hatibû binçavkirin û piştî 43 rojan, bi danîna barimteya 1 milyard Tumenî heta dema dadgehîkirinê bi awayê demkî hatibû azadkirin.
Ew mamostayê zimanêî Kurdî li 2ê Cozerdana 1398 a Rojî, li dema êrîşkirina hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Sinê bo ser navenda Nojîn, digel 2 hevalên xwe hatibû binçavkirin.