Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li girtîgeha Qum û Dizfûlê de 2 kes bidar vekirin

11:09 - 11 Kanûna pêşîn 2024

Li girtîgehên rêjîmê li bajarên “Qum û Dizfûl”ê de 2 kes hatine bidarvekirin ku yek ji wan welatiyekî xelkê bajarê Dizfûlê ye.

Pêka rapora “Hengaw”ê roja Sêşemî 20ê Sermawezê, welatiyek ê xelkê bajarê Dizfûlê yê bi navê “Riza Behramîfer” ku pêştir ji aliyê dadgeha rêjîmê ve bi tohmeta kuştina bi zanebûn, sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Dizfûlê de hatiye bidarvekirin.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku navbirî li bûyereke nexwestî de hevalekî xwe yê bi navê “Şehram Mîrzawend” kuştibû.

Herwisa li vê rojê de hevwelatiyekî xelkê bajarê Qumê yê bi navê “Seîd Motî`i” ku pêpştir bi tohmeta kuştina bi zanebûn sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Qumê de hatiye bidarvekirin.

Pêka vê raporê, Navbirî heyama 7 salan revîbû Tirkiyê lê, sala derbasbûyî bi tohmeta kuştina bizanebûn ji aliyê dadgeha rêjîma Îranê ve sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin û hevdosyeyê wî yê bi navê “Nasir Etarod” li 25ê Banemera îsal li girtîgeha rêjîmê li bajarê Qumê de hatibû bidarvekirin.