Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê gef li desthilata nû ya Sûriyê xwar

11:57 - 11 Kanûna pêşîn 2024

Serokwezîrê Îsraîl huşdarî bi desthilata nû ya Sûriyê daye ku xwe ji her cure veguhastineke cebilxaneyê bo Hizbullahê û mana hêzên rêjîma Îranê li Sûriyê, biparêzin neku dê bi vê sedemê nirxeke gelek giran bidin.

Serokwezî Îsraîl li peyameke têlêvîzyonî de huşdarî bi desthilata nû ya Sûriyê daye ku xwe ji her cure derfetdanek bo veguhastineke cebilxaneya Hizbullah û Îranê û dana îzin û cihgîrbûna hêzên rêjîma Îranê li Sûriyê, biparêzin neku dê bi vê sedemê nirxeke gelek giran bidin.

Pêka rapora nûçegihaniya El-Erebiye, zêdetir ji 70 heta %80 a cebilxaneya startejîk a rêjîma Beşar Esed li seranserê Sûriyê de ji aliyê Îsraîlê ve hatiye jinavbirin.

Pêka raporên Îsraîlî, Artêşa Îsraîl li 48 demjimêrên derbasbûyî de bi balafirên şerker zêdetir ji 350 operasiyonên esmanî encam dane û bi hevkariya nawgana deryayî ya Îsraîl, pitira herî zêde ya enbarên çekên startejîk li Sûriyê, enbar û cebilxaneyên hêza deryayî, bejayî, kîmiyayî û esmaniya Sûriyê, bo vê ku nekevin destê girûpên çekdar kirine armanc û jinav birine.

Binyamîn Netanyaho tevî gotina vê yekê ku ti armancek bo destêverdan li Sûriyê de nînin û bilindahiyên Gulanê, beşek ji Îsraîlê ye û huşdarîdana micid bi desthilkata nû ya Sûriyê, bi rasterast gef li desthilata nû ya Sûriyê xwariye ku hekî derfetê bi rêjîma Îranê bidin hêzên xwe li Sûriyê de cihgîr bike û herwisa derfet bi veguhastina cebilxaneya rêjîma Îranê bo Hizbullahê bide, dê rastî qederk wek qedera rêjîma Beşar Esed bê.