Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li çendîn bajarên Îranê de 6 kombûnên nerizayetî bi rê ve çon

12:17 - 11 Kanûna pêşîn 2024

Kedkarên pîşeyî yên palavtingehan, hejmarek ji xisarpêketiyên malî, malnişînkiriyanî karmendan û kedkarên din li çendîn bajarên Îranê kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Roja Sêşemî 20ê Sermawezê, hejmarek ji kedkarên girêbestkar ên palavtingehên Gaza Parsê Cinûbî, li rûberûyê bînaya îdarî ya li palavtingeha 2 ya Eselûyê de bo pêregihîştin bi daxwazî û mafên xwe, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa kedkarên şirketa palavtina gaz a Fecrê 2 li bajarê Cem, nerizayetiya xwe li hember nedana heqdest û pêrenegihîştin bi daxwaziyên wan, kombûna nerizayteiyê bi rê ve birin.

Li bajarê Têhranê de jî hejmarek ji xisarpêketiyên malî yên şirketa Kaspiyen, li rûberûyê ofîsa serkomaî ya rêjîma Îranê kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza vergirtina mafên xwe kirine ku piştî 8 salan hêj ti bersivek bi wan nehatiye dan.

Malnişînkiriyan li bajarê Têhranê de li rûberûyê bînaya saziya bername û bûdceya rêjîmê kombûna nerizayetiyê lidar xistine û daxwaza pêregihîştin bi daxwaziyên xwe û herwisa vekhevkirina hiqûqan kirine.

Li bajarê Ehwazê de jî karmendên îdareya temirandina agir ya wî bajarî, li rûberûyê bînaya bajarvaniya Ehwazê kombûnba nerizayetiyê bi rê ve birin û daxwaza vergirtina hiqûq û pêregihîştin bi daxwaziyên xwe kirine.

Herwisa li bajarê Sîrcanê de jî kedkarên şirketa “Roxenê Nebatî ya Firîko”, bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember vernegirtina heqdestên xwe yên 5 heyvên derbasbûyî û bîmeya xwe, li rûberûyê bînaya fermandariya rêjîmê li wî bajarê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Li bajarê Tewrêzê de jî, hejmarek ji karmendên firotingeha zincîreyî ya Rifahê, li derheq vernegirtina hiqûqên xwe yên 3 heyvên derbasbûyî, kombûna nerizayetiyê lidar xistine.