
Serkomarê Amerîkayê piştevaniya tevav li proseya veguhastina desthilatê li Sûriyê de li jêr çavdêriya Saziya Netewên Yekgirtî de kir û Koşka Sipî li vê derheqê de daxuyaniyek belav kir.
Koşka Sipî, piştî belavbûna nûçeya avakirin a dewleta demkî ya veguhastina desthilata ji aliyê serhildêrên Sûriyê, bi belavkirina Daxuyaniyekê ragihand ku Serkomarê Amerîka “Joe Biden”, li hevpeyvîneke têlêfonî de digel “Melik Ebdullah”, ê Şahê Ordonê, li ser piştevaniya tevav ji proseya veguhastina desthilat li Sûriyê, li jêr çavdêriya Saziya Netewên Yekgirtî û bi pêka biryarnameya 2245 a Şêwreya Ewlehî, tekezî kiriye.
pêka vê daxuyaniyê, Serkomarê Amerîka li vê hevpeyvînê de tekezî li ser soz û pêbendiya Amerîka bi berdewamiya şer û rawestan li hember DAÎŞê kiriye.
Li vê derheqê de “CENTCOM”ê li roja Yekşemî ya vê heftiyê, ragihandibû ku li êrîşeke berfireh a esmanî de bo ser DAÎŞê, zêdetir ji 75 armanc ku çendîn binkeyên perwerdeya serbazî ya vê girûpa terorîstî jî li xwe digre, li Sûriyêî de jinav birine û teqasndine.