Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê bi awayê rasterast pêwendî bi serhildêrên Sûriyê ve girtiye

10:36 - 12 Kanûna pêşîn 2024

Pêka gotina berpirsekî payebilind ê rêjîma Îranê, vê rêjîmê bi awayê rasterast pêwendî digel serhildêrên Sûriyê ve girtiye, ew yek li halekê de ye ku fermandeyê hêzên Tehrîr El-Şamê, rêjîma Îranê bi dujmin binav kiriye.

Pêka rapora Reutersê, berpirsekî payebilind ê rêjîma Îranê ku nexwestiye navê wî bê eşkerekirin, rêjîma Îranê bi awayê rasterast pêwendî bi serhildêrên Sûriyê ve girtiye lê rêjîma Îranê digel Tehrîr El-Şamê pêwendî girtiye an digel aliyeke din, hêj bi serastî nehatiye zanîn.

Herwisa li vê raporê de îşare bi pêwendiya berpirsê Qeterê digel heyeta “Tehrîr El-Şamê jî hatiye kirin.

Li halekê de rêjîma Îranê hemû hewla xwe bo perdepoşkirina şikesta xwe li Sûriyê dide, li hizra jirêderxistina desthilata nû an girûpek li desthilata nû ya Sûriyê de dide ku bikare fitne û pîlanên xwe bi awayekê bi rê ve bibe lê fermandeyê hêzên Tehrîr El-Şamê li yekemîn axaftina xwe de gotibû ku dijatiya ti aliyek bilî rêjîma Îran û Hizbullahê nakin.

Herweisa navbirî li axaftinên xwe li mizgevta Omewî de ragihandibû ku “Beşar Esed” Sûriye kiribû meydana zêdexwaziyên rêjîma Îranê”.

Pêka rapora Reutersê, li vê pêwendiya rasterast digel serhildêrên Sûrityê, tekezî li ser rêgirî ji dijatî û dijheviyên li navbera Sûriyê û rêjîma Îranê hatiye kirin.

Bi herifîna rêjîma Beşar Esed, pilan û fitneyên rêjîma Îranê li heyama 13 salên derbasbûyî de tevî xerckirina sedan milyard Dolar û beklî zêdetir, hatine pûçkirin û ji nav çon.