Sibêdeha roja Çwarşemiyê 21ê Sermawezê 11 girtî li herduk girtîgehên Qizilhisar û Têhrana Mezin de ji aliyê rêjîma dijîmirove komara îslamî ve hatine bidarvekirin.
Gorî zaniyariyan 10 girtî li girtîgeha Qizilhisarê de hatine bidarvekirin û girtiyek jî ku Belûç bûye li girtîgeha Têhrana Mezin de hatine bidarvekirin.
Ji wan 11 girtiyan 6 kes bi tohmeta kuştinê û 5 jî bi tohmeta madên hişber hatine bidarvekirin ku nav û nasnavên wan girtiyan evin: Ehmet Cehanxan, Hesen Yûsifî, Îman Xanebdulî, Mesud Celîliyan, Husêyn Mensûrî, Nasir Texçî, Îman Muqedem, Rehman Serlik, Ebdula Tacîk.
Herwisa sibêdeha roja 20ê Sermawezê, welatiyek ê xelkê bajarê Dizfûlê yê bi navê “Riza Behramîfer” ku pêştir ji aliyê dadgeha rêjîmê ve bi tohmeta kuştina bi zanebûn, sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Dizfûlê de hatiye bidarvekirin.
Navbirî li bûyereke nexwestî de bibû sedema canjidestdana hevalekî xwe yê bi navê “Şehram Mîrzawend”.
Herwisa li vê rojê de hevwelatiyekî xelkê bajarê Qumê bi navê “Seîd Motî`i” ku pêpştir bi tohmeta kuştina bi zanebûn sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin li girtîgeha rêjîmê li bajarê Qumê de hatiye bidarvekirin.
Rêjîma Îranê komkujiya girtiyan lezgîntir kiriye û gorî raporan tenê li wan 21 rojên meha Sermawezê de aliyê kêm 9 girtî li Îranê de hatine bidarvekirin, anku rojê ji 4 kesan zêdetir.