Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yasaya hicaba bi zorê, givaşên bo ser jinan û keçan li Îranê zêdetir dike

10:55 - 12 Kanûna pêşîn 2024

Rêjîma Îranê bi erêkirina yasaya hicaba bi zorê, givaşên bo ser jinan û keçan zêdetir dike û bo kesên ku yasaya hicaba bi zorê bi rê ve nebin, dê sizayên giran li pey xwe bîne û destê hêzên hov ên rêjîmê bo kuştin, girtin û îşkncekirina jinan û keçan vekirîtir dibe.

Rêjîma Îranê bi erêkirina yasayeke hovane û dûr ji mirovahiyê, li dijî azadiya jinan û keçan a li jêr navê “Parasatin ji malbatê bi rêya berfirehtirkirina kultûra paqijî û Hicabê” ku biryar e li 23ê Sermawezê ve li Îranê de bi rê ve here, givaşên bo ser jinan û keçan dê gelek zêdetir bike.

Saziya Lêbihorîna Navnetewî, yasaya nû ya hicaba bi zorê ya rêjîma Îranê, bi binpêkirina berfireh a mafê mirovî û azadiya kesîn a jinan û keçan binav kiriye û ragihandiye ku ew yasa dê givaşên bo ser jinan û keçan zêdetir bike.

Pêka vê yasaya dije mirovahiya rêjîmê, kesên ku yasaya hicaba bi zorê bi rê ve nebin dê rastî, sizayên gelek giran ên wek “bidarvekirin, derbên qamçiyan, hepskirina demdirêj, sizayên nexdî yên gelek giran û sizakirinên cesteyî yên gelek dijwar” bên.

Bi vê pêkê, destê hêzên serkutker û dije mirov ên rêjîma Îranê bo lêdanû kutan, îşkencekirin, bêrêzîêkirin û heta kuştina jinan û keçan li ser şeqaman û li nav girtîgehên rêjîmê li Îranê, dê gelek vekirîtir be.