Li girtîgeha rêjîmê li bajarê Miyandavê de 2 kes ku pêştir bi tohmeta kuştina bizanebûn sizayê bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin, hatine bidarvekin.
Pêka dawî raporên belavbûyî, sibêdeha roja Çarşemî 21ê Sermawezê, “Secad Ezîzî û Îbrahîm Welî” xelkê gundê “Nesîrkendî”yê ser bi bajarê Miyandavê, ku bi tohmeta kuştina bizanebûn sizaya bidarvekirinê ji aliyê dadgeha rêjîmê ve bi ser wan de hatibû sepandin, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Miyandavê de hatine bidarvekirin.
Pêka rapora “HRANA”yê ew 2 kes li şekerî de kesek kuştibûn û piştre li dadgeha sizakirinê de sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.
Herwisa li vê rojê de 11 kesên din li girtîgeha “Qizilhisar” a rêjîmê li bajarê Kerecê û girtîgeha rêjîmê li Têhranê, ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine bidarvekirin.