Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Troîkaya Ewropa: “Hewce bike, em dê mikanîsma maşê çalak bikin”

12:31 - 12 Kanûna pêşîn 2024

Welatên “Birîtaniya, Firanse û Alman” bi şandina nivîsekê bo Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî, ragihandin ku amadene bo rêgirî ji destpêregihîştina rêjîma Îranê bi çeka navkî, mikanîsma maşê çalak bikin.

Roja Pêncşemî 22ê Sermawezê, Troîkaya Ewropa anku Welatên “Birîtaniya, Firanse û Alman” bi şandina nivîsekê bo Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî, bi tyekezî ragihandin ku amade ne bo rêgirî ji destpêregihîştina rêjîma Îranê bi çekaw navkî, mikanîsma maşê çalak bikin.

herwisa li vê nivîsê de hatiye ku “dibe rêjîma Îranê çalakiyên xwe yên navkî kêm bike da ku rewşa siyasiya hewce bo pêşkevtina watedar a danûstandin û peydakirina rêkarên dîplomatîk bê çêkirin”.

Troîkaya Ewropayê bi tekezî li vê nivîsê de gotine ku em amade ne, hekî hewce bike, hemû alav û rêkarên dîplomatîk bo cîbicîkirina mikanîsma maşe bo rêgirîkirin ji destpêregihîştina rêjîma Îranê bi çeka navkî, bi kar bînin.

Gefxwarina Troîkaya Ewropayê bo çalakkirina mikanîsma maşê li halekê de ye ku wezîrê derve yê rêjîma Îranê gef li Troîkaya Ewropoayê xwaribû.

Pêştir Troîkaya Ewropayê ragihandibû bernameya navkî ya rêjîma Îranê li hundirê Îranê de rû bi destpêregihîştin bi çeka navkî ve tê radikêşe.