Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên serhildêr li Sûriyê, dezgeha ewlehî hildiveşînin û girtîgehan dadixin

02:01 - 13 Kanûna pêşîn 2024

Fermandeyê hêzên Tehrîr El-Şamê ragihandiye ku dezgeha ewlehî ya rêjîma Beşar Esed hildiveşîne û girtîgehên li Sûriyê, dadixe. Rojane belgeyên nû ji cinayetên hov ên rêjîma Beşar Esed li girtîgehan de li Sûriyê, eşkere dibin.

Pêka raporek nû ku Reutersê belav kiriye, “Ehmed El-Şer`i naskirî bi Ebû Mihemed El-Colanî” li hevpeyvînekê de digel Reutersê li roja Çarşemî 21ê Sermawezê de daye zanîn ku navbirî bi belavkirina daxuyaniyeke nivîskî daye zanîn ku hêzên dezgeha ewlehiya rêjîma Beşar Esed hildiveşîne û girtîgehên li Sûriyê dadixe.

Pêka rapora Reutersê, fermandeyê girûpa Ehrar El-Şamê ragihandiye ku li pey enbarên çekên kîmiyayî yên rêjîma Beşar Esed kevtine û digel saziyên navnetewî bo dabînkirina ewlehiya wan çekan hevahengiyê dike, pêka gotinên pêştir ên vê girûpê, bi çi şêwaz û li çi rewşekê, wan çekan bi kar nayînin.

Navbirî li vê daxuyaniya xwe de bi tekezî ragihandiye ku dê dewletek ji teknokratan li Sûriyê de ava bikin.

Pêka daxuyaniya vê girûpê, dewleta demkî heta heyva March a 2025 a Zayînî, dê li desthilatê de bimîne.