
Bi sedema kêmbûna gazoîlê li zêdetir ji 30 wizegehan de pirsgirêka berhemanîna berqê li Îranê de gelek zêde bûye û qutbûna berqê li navend û binkeyên pîşeyî û kompaniyên mezin ên berhemanînê, bi sedema qutbûnja berqê rastî sekinîna kar hatine.
Kêmbûna şewata Gazoîlê li zêdetir ji 32 wizegehên Îranê de qutbûna zêdetir a berqê li pey xwe aniye û hejmareke zêde ji navend û binkeyên pîşeyî û kompaniyên mezin ên berhemanînê, ên wek kompaniyên berhamenîna pola, sîman, bajarokên pîşeyê bi sedema qutbûna berqê rastî sekinîna kar hatine.
Pêka raporên navxweyî yên Îranê, destnekevtina şewata hewce bo wizegehan, sedema bingehîn a qutbûna berqê li demsala Payîzê ye û pêka rapora şirketa berqê ya rêjîma Îranê, paşkevta gazoîlî li 17ê sermawzê, kêmtir ji yek milyard lîtran bûye.
Herwisa pêka wan raporan, 32 wizegeh bi şiyana berhemanîna 21 hezar migawat berqê bi sedema destnekevtina şewatê bi taybet gaz û şewata şil, karê wan disekine.