
Piştî erêkirina yasya nû ya hicaba bi zorê ji aliyê rêjîma Îranê ve, Komîsariyaya bilind a Mafê Mirov ya Saziya Netewên Yekgirtî daxwaza hilveşîna yasaya hicaba bi zorê li Îranê de kir û ragihand ku ew yasa kontrola rêjîmê li ser cesteyê jinan û gefek din bo ser mafê wan e.
Roja Înê 23ê Sermawezê, karnasên Komîsariyaya bilind a Mafê Mirov ya Saziya Netewên Yekgirtî tevî şermezarkirina yasaya nû ya hicaba bi zorê li Îranê, ragihand ku yasaya li jêr navê “piştevanî li malbatê bi rêya geşedan bi kultûra paqijî û hicabê” dibe sedema kontrola zêdetir a rêjîma Îranê li ser cesteyên jinan û gefek din bo ser mafê jinan li Îranê de.
Li vê daxuyaniyê de îşare bi sepandiona sizayên giran bi ser keçên 12 salî ku hicaba bi zorê bi rê ve nabin hatiye kirin ku pêka yasayên pêştir bi sizaya nexdî û hepskirin bû û niha heta 15 salan sizayê girtigehê bo wan hatiye berçavgirtin û dadwerên rêjîmê dikarin bi tohmeta “ifsad fî erz” sizaya bidarvekirinê jî bi ser jinan de bisepînin.
Rêportêra mafî mirovî ya li karûbarê Îranê, Dr. “Maî Sato” bi belavkirina peyamekê daxwaz ji rêjîma Îranê kiriye ku bi lezgînî yasaya nû ya li jêr navê “piştevanî li malbatê bi rêya geşedan bi kultûra paqijî û hicabê” hilveşîne.
Saziya Lêbihorîna Netewên Yekgirtî jî li vê derheqê de daxuyaniyeke hevşêwe belav kiribû.