Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Derve ya Amerîkayê, îsal jî rêjîma Îranê bi piştevanê bingehîn yê terorîzmê binav kir

11:20 - 14 Kanûna pêşîn 2024

Wezareta Derve ya Amerîkayê li rapora salaneya xwe li derheq terorîszmê de daye zanîn ku rêjîma Îranê li sala 2023 de jî wek salên pêştir, wek pîştevanê bingehîn yê terorîzmê maye û piştevanê terorîzmê li cîhanê de ye.

Wezareta Derve ya Amerîka bi belavkirina rapora xwe ya salane li derheq terorîzmê li cîhanê, rêjîma Îranê wek piştevanê bingehîn ê terorîzmê binav kir û daye zanîn ku li sala 2023 a Zayînê de jî rêjîma Îranê  herwekî berê piştevaniya ji terorîzmê û kiryarên neyasayî li Amerîka û cîhanê de kiriye.

Li beşeke vê raporê de hatiye ku rêjîma Îslamiya Îranê li devera Rojhilata Navîn de kiryarên terorîstî bi rêya milêsên xwe yên wek “Hizbullaha Lubnanê, Hûsiyên Yemenê anku Ensarullah, Hemas û Cehada Îslamî li Felestînê û Enya xelkî bo Azadiya Felestînê”,bi rê ve birine.

Li vê raporê de îşare bi kiryarên milîsên ser bi rêjîma Îranê li Îraq û Sûriyê de jî hatiye kirin ku bi berdewamî êrîş kirine ser hêzên Amerîkayê.

Pêka vê raporê, li asta cîhanî de spaha quds a spaha pasdaran a terorîst û wezareta îtilaata rêjîmê her wekî pêştir ekterê yekem û xwediyê rola bingehîn li peydakirina hêzên nû, dabînkirina malî û birêvebirina fitneytan li seranserê Afrîqa, Asiya Ewropa û Amerîkayê de ye.