
Zêdetir ji 14 kombûnên nerizayetî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji aliyê mamostayên malnişînkirî, kêmendaman, malnişînkiriyan, pêşkirinê malan, kedkaran jîngehparêzan û xwendekaran bi rê ve çon.
Roja Yekşemî 11ê Sermawezê li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Îlamê de hejmarek ji kedkarên jikarderxistî yên şirketa pêtrokîmiya “Erxewan Goster” a bajarê Îlamê, digel malbatên xwe li rûberûyê bînaya parêzgariya rêjîmê li bajarê Îlamê de kombûna nerizayetiyê lidxar xistin.
Kêmendaman û herwisa mamostayên malnişînkirî yên sala 1402 li rûberûyê bînaya meclîsa rêjîmê li bajarê Têhranê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Malnişînkiriyên pîşeya Pola li bajarên “Îsfehan, Kirman û Têhran”ê û malnişînkiriyên îdarî yên Îranê li bajarê Ehwazê de jî kombûneke nerizayetiyê lidar xistin.
Malnişînkirinên dabînkirina civakî jî li bajarên, “Têhran, Ehwaz û Şûş”ê de kombûneke nerizayetiyê bi rê ve birin.
Herwisa li vê rojê de perestaran li bajarê Ehwazê, pêşkirên malan ên meskenê Millî li bajarê Şehrê Kurd, xwediyên erdê li taxa Beharistan a bajarê Gulistanê ser bi bajarê Têhranê, xwendekar û çalakvanên parastina jîngehê li parêzgeha Kohgîlûye û Boyêr Ehmedê li bajarê Yasûcê, kombûnên nerizayetî bi rê ve birin.