kabîneya Donald Trump, ê hilbijartiyê Amerîka bo serkomariyê, mijûlê lêkolînan li ser rêkarên rêgirîkirin ji destpêregihîştina rêjîma Îranê bi çeka navkî dikin ku yek ji wan êrîşa esmanî bo ser navendên navkî ye.
Roja Înê 23ê Sermawezê, rojnameya “The Wall Street Jurnal” a Amerîkayê, bi belavkirina raporekê daye zanîn ku kabîneya Donald Trump ê hilbijartiyê xelkê Amerîka bo serkomariyê, mijûlê lêkolînan li ser rêkarên rêgirîkirin ji rêjîma Îranê bo destpêregihîştin bi çeka navkî ne, û yek ji wan rêkaran, êrîşa Amerîka bo ser navendên navkî yên rêjîma Îranê ye.
Pêka vê raporê, renge Amerîka bi êrîşkirina esmanî bo ser navendên navkî yên rêjîma Îranê, rêgirî ji destpêregihîştina vê rêjîmê, bi çeka navkî bike.
Herwisa rojnameya Times a Îsraîlê jî tevî îşarekirin bi herifîna rêjîma Beşar Esed û lawazbûn û bêhêziya milîsên ser bi rêjîma Îranê, belav kiriye ku hêza esmaniya Îsraîl, xwe bo êrîşeke rengehî bo ser navendên navkî yên rêjîma Îranê amade dike û niha derfetek baş bo encamdana wî karî ye.