Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kasibkarekî Kurd bi sedema teqeya rastewxwe a hêzên çekdare rejîma Îranê birîndar bû

11:26 - 14 Kanûna pêşîn 2024

Êvareya roja 21ê Sermaweza 1403 a Rojî, kasibkarekî Kurd xelkê gundê Gezgesik ê ser bi bajarê Pîranşarê, bi navê Ebdulla Meirûfî, bi teqeya rastewxwe a hêzên çekdare komara Îslamiya Îranê hate birîndarkirin.

Li gorî çavkaniyek agehdar, hêzên rejîmê li bilindahiyên sînorên Sêçoman a wî bajarî bi bê agehdarkirina berê, navbirî bi sê guleyan birîndar kirine.

Ev kasibkarê Kurd niha li beşa çavedêriya taybet a nexweşxaneyê li jêr çavedêriya pizîşkan de ye.

Ebdulla Merûfî xîzandare û bavê 2 zarokan e.

Herwisa kolberekî jî bi sedema kurahiya birînên xwe canê xwe ji dest da.

Kolberekî Kurd xelkê gundê Qişlaq ê girêdayî bi beşa Şaho a bajarê Rewanserê, bi navê Museib Sebzwarî, ku 3 rojan berî hingê li sinûrê Newsûdê de kevtibû ber guleyên hêzên cinayetkar ên rêjîma Îranê, û wan 3 rojan li nexoşxaneya Taliqaniya Kirmaşanê de bin çavedêriya pizişkî de bû, canê xwe ji dest da.