Li halekê de ku endam û alîgirên Hizba Dêmokrat li bjar û gundên Rojhilatê Kurdistanê bi pêşwaziya 26ê Sermawezê, roja Ala û Pêşmergê Kurdistanê ve diçin, çalakiyên teblîxî li gund û bajaran de dest pêkirine.
Çalakiyên teblîxî ên wek wêne û traktên taybet bi 26ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistana , bilindkirina alaya pîroza Kurdistanê li wan gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de bi rêve çone ku beşek ji wan ew in:
Li bajarê Goyktepe ser bi bajarê Mihabadê bajaroka Rehîmxan ser bi bajarê Bokanê û çend taxên wî bajarî, bintara çiyayê Terexe, li ser gora şehîdan li gundê GirdeYaqûb ser bi bajarê Mihabadê, li gundê Sîngan ser bi bajarê Şinoyê, li taxa Daniş û sêrîyana Mihabad-Miyandavê, rêya Mihabad-Serdeştê nêzîkî gundê Hemzeava û rêya Mihabad-Qaziyava, bajaroka Kanî Dînar a bajarê Bokanê, gundên Binderî, Kelekîn, sêrêyana Binderî-Kelekîn û Delawan.
Herwisa li devera Pîrmihemed a ser bi bajarê Bokanê, tepeya zawabûkan, gundê Konedê ser bi devera Şarwêranê li bajarê Mihabadê, serdana gora şehîdan li goristana Şebek li devera Şarwêrana bajarê Mihabadê, li bajarê Têhranê li taxên Niyaweran, Felah, inqilab nêzîkî meydana Azadî ya Têhranê,
Li qundê Qizilqopî ser bi bajarê Mihabadê, Cafirawê ser bi bajarê Kirmaşanê, kêlesîpan ser bi devera Lacan a Pêranşarê, rêya Qizqela bo Qolesen û Befrewan û nav gundê Qolesen ser bi bajarê Mihabadê, serdana gora şehîd Serwan Ehmed Cawîdfer li bajarê Mihabadê, çona ser gora Şehîd Serwan Hatem Duaxan û danana deste gulan li ser mezarê wî, gundê dola Qizqapan ser bi bajarê Pîranşarê û herwisa çendîn gund û bajarên din li Rojhilatê Kurdistanê.
Xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi taybet endam û alîgirên Hizba Dêmokrat li devedevê 26ê Sermawezê, rêz ji ked, cangorîkirin û xebata berdewam a Pêşmergê Kurdistanê digrin û Ala pîroze Kurdistanê hildidin û hewla zêdetir bo pîrozkirina vê rojê didin.