Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşên Îsraîl bo ser enbarên cebilxaneyên paşmayîye rêjîma Beşar Esed berdewam in

11:48 - 14 Kanûna pêşîn 2024

Tevê derbasbûna çend rojan, hêj êrîşên esmanî yên Îsreaîl bo ser enbarên cebilxane, jêrxanên leşkerî û enbarên çekên startrjîk ên rêjîma Beşar Esed berdewam in  û Îsraîl ragihandiye ku bo evê ev çek nekevne dest girûpên cuda cudaye nava Sûriyê, dê  wan jinav bibe û heta niha piraniya wan çek û cebilxanan ji nav birine.

Pêka dawî Rapora “El Erebiye”, roja Înê li demjimêrên şevê de Îsraîlê navenda leşkera 4 li bajarê Demişqê û henga 16 a artêşa rêjîma Beşçar Esed li rojhilatê bajarê Demişqê kirine armanca mûşekên mezin û tevî xisarên giran, enbar û cebilxane û sedan Firokên şer û tang û top ên paşmayî ya rêjîma Beşar Esed li wan binkeyan de teqandine.

Pêka rapoira Çavdêrê Mafê Mirov li Sûriyê, Îsraîl ceribangehên berevanî û lêkolînan li taxa Mesyaf a bajarê Hemayê û balafirxaneya Xilxe li derdora bajarê El Soweydayê bombebaran kirine.

Pêştir jî li bilindahiyên Gulanê de Artêşa Îsraîl çendîn çalakiyên berevanî bi rê ve birine.

Amertîka û Îsraîl bi teqandina enbarên cebilxane, jêrxanên serbazî û navend û enbarên çekên stratejîk û metirsîdar ên wek çekên kîmiyayî yên paşmawê rêjîma Beşar Esed, naxwazin ew bikevin destê girûpên çekdar ên li Sûriyê.