Xelkê hişar û mafxwazê Kurdistanê!
Pêşmergeyên xebatkar ên Kurdistanê!
26ê Sermawezê, roja Ala û Pêşmergê Kurdistanê li hemû pêşmergeyên li çepera xebat û hemû qatên civaka Kurdistanê, bi taybet malbatên serbilind ên şehîdan, pêşmergeyan û girtiyên siyasî pîroz be.
Li rojjimêra rojî de 26ê Sermawezê bi navê du destkevt û hêmayên tevgera netewiya Kurd, Ala û Pêşmergê Kurdistanê hatiye diyarîkirin ku her du destkevtên bilind û sembolîk ên Komara Mezin a Kurdisdtanê ne.
Diyarîkirina roja 26ê Sermawezê wek roja Pêşmergê Kurdistanê ku bi armanca rêzgirtin li xebeta tejî serwerî ya Hêza Pêşmegê Kurdistanê bûye, bû biryarek li duyemîn plonoma Koîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ku piştî kongireya 6 a Hizbê vedigere ku binyat û bîranîna vê, pêwendî bi bilindkirina Ala ya Kurdistanê li sala 1324ê ve heye. Bi curekê ku bi bîranîna hildana Ala ya Kurdistanê bo yekem car li Mihabadê bû pênase û rêzgirtin li rola xebatkarane û parêzvanên Hêza Pêpşmergê Kurdistanê û bo careke din û heta niha Pêşmerge û Ala wek duyên jihevneqetiyayên tevgera Kurdistanê bi hev re û li rojekê de rêza taybet li wan tê girtin. Li vê derheqê de piştî serkevtina şorişa gelê me li Başûrê Kurdistanê, Parlemana Herêma Kurdistanê jî li ser hemen binyata îşarepêkirî, 26ê Sermawezê wek Roja Ala ya Kurdistanê erê kir.
Pêşmerge û Ala Kurdistanê, karlêkeriyeke kûr li ser kesayetî û avakirina tevgera xwedî nasnameya netewî daniye. Hekî bûn û bilindkirina Ala ya Kurdistanê wek nasnameyek bo xwenasandina xelkê Kurdistanê wek netew, seha bawerîbixwekirineke giştî li civaka Kurdistanê de çêkirye û tevgereke mafxwazaneya tejî ewraz û nişîv bi rê ve biriye, Hêza Pêşmergê Kurdistanê li ser pêgeha hewldan bo parêzvanî li ax û xelkê vê niştimanê, bi dehan û sedan hemaseyên qehremanane tomar kirine û bi hezaran pêşmerge li vê şehîd û birîndar bûne. Lewma Pêşmerge û Ala ya Kuristanê, tenê nav û nîşanek asayî û sade nînin, belku mana û hêmaya taybet a xebata neteweyekê ne ku li ser binyata pêwajoyeke dêmokratîk a mafxwazane, hatine avakirin.
Pêşmerge nasînerê pêvajoyeke berdewam a tekoşîn li pêxema azadî, serbestî û mafê diyarîêkiirna qedera neteweyekê ye ku bi dirêjahiya dîrokê, înkar ji bûna vê hatiye kirin, Hêzek ku bi dîtingeheke Kurdistanî, li xizmeta berjewendiya neteweyekê de ye û wek hêzeke meydanî, heta niha jî amadeyê berevanî û berxwedanê ye.
Îro hevdem digel bilindkirina Ala ya tekoşîn û xebata mafxwazaneya netewiya me, rêz li xebat û tekoşîna kesanekan digrin ku bê beranber û can li ser dest, bo man û parêzvanî ji ax û xelkê Kurdistanê, amade bûne ku mezintirîn sermayê jiyana xwe anku “can”ê xwe fîdayê niştîman bikin, ku bo gelê wan cihê serbilindî û şanazîkirinê ye.
Xebat û xizmeta vê hêzê bi tevgera netewî li Kutrdistana Îranê, li hemû qonaxên, serdema Komara Kurdistanê, qonaxa zêrîn a tevgera salên 46-47ê, serdema piştî herifîna rêjîma paşatî û serkevtina şorişa gelên Îranê û heta niha, xwedî bandor bûne û nayên jibîrkirin.
Bo Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ku li diyarîkirina nav, çêkirin, binyatdanîn û diyarîkirina her yek ji wan destkevt û hêmayên bingehîn ên netewî wek, hildana Ala Kurdistanê, avakirina Komara Kurdistanê, avakirina spaha millî ya Kurdistanê û diyarîkirina navê Hêza Pêşmergê Kurdistanê, danîna sirûda netewî û bi fermîkirina zimanê Kurdî û gelek destkevtên din ên netewî de rola yekem û bingehîn hebûye, aweirdana bi vê rojê û bi bîranîn û pênaseyan, şanasî û serbiloindî ye. Lewma bo careke din li 26ê Sermaweza 1403 a Rojî de roja Ala û Pêşmergê Kurdistanê, tevî şanazîkirin bi dîroka tejî destkevt û qurbanîdana Hizba Dêmokrat, biryardana li ser diyarîkirina vê rojê û bi bîranîna vê, bilind û pîroz dinirxînin.
Li vê derheqê de li cihê xwe de ye ku tevî bilindnirxandina rola Hêza Pêşmerge li 4 aliyên Kurdistanê ku her yek pêka sirûşta xebat û tekoşîna xwe li her beşeke welat de, rola wan li berevanîkirin û parastina destkevtan de hebûye, bi boneya 26ê Sermawezê, roja Ala û Pêşmergê Kurdistanê li wan pîroz bikin.
Roja Ala û Pêşmeregê Kurdistanê li hemû xelkê Kurdistanê û Hêza Pêşmerge pîroz be
Navenda Hêza Pêşmergê Kurdistanê
Sermaweza 1403 a Rojî
December 2024