Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê de zêdetir ji 2 kombûnên nerizayetî bi rê ve çon

11:47 - 15 Kanûna pêşîn 2024

Hejmarek ji xwediyên pişkên “Sehamê Idalet” li parêzgeha Têhranê û hejmarek ji werzêran li bajarê Erdekanê ser bi parêzgeha Yezdê li roja Şemiyê de kombûna nerizayetiyê liudar xistin.

Roja Şemî 24ê Sermawezê, hejmarek ji xwediyên pişkên “Sehamê Idalet” li parlêzgeha Têhranê, kombûneke nerizayetiyê li rûberûyê saziya Bûrs û belgeyên binirx li bajarê Têhranê de lidar xistin û nerizayetiya xwe li hember daxistibûna zêdetir ji hezar roj a pişka xwe kirine û ragihandine ku zêdetir ji hezar roj e ku nikarin bi pişka xwe danûstandinê bikin.

Herwisa hejmarek ji werzêrên bajarê Eredekanê li parêzgeha Yezdê de li ber deriyê fermandariya rêjîmê li bajarê Erdekanê de kombûneke nerizayetiyê lidsar xistin û nerizayetiya xwe li hember qutbûna berqa bîrên avê yên werzêriyê dane xuya.

Heta belavbûna vê nûçeyê, berpirsên rêjîmê û yên pêwendîdar, ti bersivek bi wan neraziyan nedane.

Qutbûna berqê derbên giran bi pêşeya werzêrî û berhemanînê daye û rêjîma Îranê jî ti hewlek bo çareseriya vê yekê nedaye û heta şiyana birêveberiya beqê li Îranê de jî nîne.