Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê itiraf bi derzkirina welatên biyanî li dezgehên rêjîmê de dike

12:10 - 2 Kanûna pêşîn 2024

Endamekî kora “teşxîsê meslihetê nizam” a rêjîmê û herwisa serokê dezgeha dad a rêjîmê, îtiraf bi neşiyana dezgehên ewlehî û bi derzkirina hêzên ser bi welatên biyanî bi taybet Îsraîl li dezgehên rêjîmê de dikin.

Rêjîma Îranê heta niha înkar dikir ku welatin din dikarin derz li dezgehêpn rêjîmê bi taybet dezgehên ewlehî de bikin, lê derzkirina kesên ser bi welatên din li Îranê de bi qasekî berçav e ku êdî neçar bi îtirafkirin bi vê yekê û neşiyana hêzên parastina ewlehî li dezgehên rêjîmê dikin.

Li vê derheqê de “Elî Larîcanî”, endamê kora “teşxîsê meslihetê nizam” a rêjîma Îranê îtiraf bi vê yekê dike ku “pirsgirêga derzkirin li nav dezgehên Îranê li wan salên dawiyê de gelek micid bûye û beşên parastina ewlehiyê, şiyana rêgirîkirinan li wan derzkirinan, nînin”.

Navbirî tevî îtiraf bi neşiyana hêzên ewlehî yên rêjîmê gotiye ku “ez nikarim bibêjim ku li kîjan rêkxistinên siyasî û ewlehiya Îranê de derzkirin hene lê bi pêka bûyerên qewimî, yên wek kuştina zanayên navkî û yên din tê xuya ku ew derzkirin hene”.

Herwisa li vê derheqê de berpirsê dezgeha dad a rêjîmê “Xulamhusên Muhsinî Êjêyî” gotiye ku xelk û berpirsên komara Îslamî divê li hember Îsraîlê bisekinin û kesên wan ên derzkirî li dezgehan de peyda bikin”.

Derzkirina hêzên biyanî bi taybet Îsraîl li nav dezgehên ewlehî, leşkerî, birêveberî û navendên din li Îranê bi qasekî zêde ye ku rêjîma Îranê êdî ti baweriyek bi dezgehên parastina ewlehiya rêjîmê nemaye û daxwaz ji xelkê dike ku wan kesên derzkirî, peyda bikin!