Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa gazê li yekeyên ticarî û werzêrî ji 300 heta %700 zêde bû

11:51 - 3 Kanûna pêşîn 2024

Tevî pirsgirêka şewatê li Îranê bi taybet gaz û bênzînê, rêjîmê nirxa gazê li beşên cuda bi taybet beşa ticarî û werzêrî, 3 heta 7 beranber zêde kiriye û bi eşkere xelkê Îranê talan dike û yekeyên berhemanîn û ticarî rastî sekinandinê dike.

Rêjîma Îranê bi biryareke nezanistî û bi armanca talankirina zêdetir a xelkê û herwisa sekinandina kar li beşên ticarî û berhemanînê de nirxa gazê zêde kiriye û li beşa bikaranîna gazê li malan de bo malên ku zêde gazê bikar bînin, nirxa gazê heta %98 zêde kiriye.

Herwisa rêjîma Îranê nirxa gazê li yekeyên ticarî de jî 3 qat û li beşa werzêrî û berhemanînê bi taybet werzîriya gulxaneyî de nirxa her metra 3cî ya gazê ji 69 hezar Tumenî bo 570 hezar tumenî anku 7 beranber zêde kiriye.

Siyaseta birêveberiya rêjîmê di cihê hêsankarî û piştevanî li yekeyên ticarî û bi taybet beşa werzêrî, nirxa hewcehiyên wan çendîn beranber zêde dike û bi wî awayî renge xisarên gelek giran bi wan werzêran bikevin û karê berhemanînê li wan yekeyan de bisekine.