Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî bi hilkefta 26ê Sermawezê roja Pêşmerge li Rojhilatê Kurdistanê, berdewam in

11:53 - 15 Kanûna pêşîn 2024

Li berdewamiya xebat û tekoşîna endam û alîgirên Hizba Dêmokrat, çendîn çalakiyên nû yên din hatine lidarxistin û li bajarên Mihabad û Pîranşarê de çalakiyên teblîxî berdewam in.

Li berdewamiya xebat û tekoşîna endam û alîgirên Hizba Dêmokrat li gundên, “Girdeqûl, Hacî Hesen, Xêrawa, Tezekend, Gewcawa, Gezelên, Dêwûsaxa û Zincîrabad”ê ser bi bajarê Mihabadê çalakitên berfireh bi hilkevta 26ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistanê bi rê ve çon.

Herwisa li berdewamiya çalakiyên teblîxî li bajarê Pîranşarê li gundê “Kirmindar”ê ser bi devera “Nelên”ê jî çalakî bi rê ve çone.

Li wan cihan de trakt, poster û wêneyên taybet bi 26ê Sermawezê hatine belavkirin û li çendîn cihan, Alaya Pîroza Kurdistanê jî hatiye bilindkirin.

Çalakiyên berfireh ên teblîxî li seranserê Rojhilatê Kuyrdistanê de bi hilkefta 26ê Sermawezê , roja Pêşmergê Kurdustanê bi rê ve diçin û tevî hemç astengiyan û rewşa ewlehî, xebat û çalakiya xwe berdewam dikin.