Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li girtîgehên xwe li bajarê Zahidan û Yezdê de zêdetir ji 11 kes bidar vekirin

11:58 - 15 Kanûna pêşîn 2024

Li girtîgehên rêjîmê li bajarên {Zahidan û Yezd{ê de zêdetir ji 11 kes hatine bidarvekirin ku yek ji wan welatiyekî Kurd û herwisa jinek jî li nav wan bidarvekiriyan de ye.

Pêka rapora “Hengaw”ê  li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Yezdê de 7 kes ku 5 hevwelatiyên Belûç, hevwelatiyek jin û welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Sinê hatine bidarvekirin û li girtêgeha rêjîmê li bajarê Zahidanê de jî 4 kes hatine bidarvekirin ku bi sedema tohmetên pêwendîdar bi madên hişber û kuştina bizanebûn, sizaya bidarvekirinê ji aliyê rêjîma Îranê ve bi ser wan 11 kesan de hatibû sepandin.

“Hengaw”ê navê wan bidarvekiriyan wiha belav kiriye: “Mihemedelî Xarkûhî, Riza Xarkûhî, Ebdulbasit Totazihî, Ebdulnasir Totazihî, Neimetullah Totazihî, Elîriza Gilebçe, Ilyas Terdest, Yeiqûb Berahûyîmeqdem û Mihemedwezîr Rodînî” yên xelkê Belûçistanê bidarvekirin.

herwisa welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Sinê yê bi navê “Selah” temen 37 salî ku nasnavê wî nehatiye zanîn û jinek jî ku nasnameya wê belav nebûyê, hatine bidarvekirin.

Rêjîma Îranê bidarvekirina xelkê Îranê bi taybet gelên “Kurd û Belûç” wek alavek bo serkutkirin û tepeseriya zêdetir bi kar tîne û roj bi roj rêjeya bidarvekirinan û herwisa sepandina sizayên giran bi taybet sizaya bidarvekirinê bi ser xelkê Îranê zêdetir dibe.