Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma 26ê Sermawezê li Melbenda 3 a Kurdistanê bi rê ve ço

18:39 - 15 Kanûna pêşîn 2024

Roja Şemî 24ê Sermawezê, bi hilkefta 26ê Sermawezê, rêûresma roja Pêşmerge û Alaya Kurdistanê, li Melbenda 3 a Kurdistanê, bi rê ve ço û rêz li vê roja pîroz hate girtin.  

Rêûresm bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji rihê paqijê şehîdan dest pêkir.

Piştre ji aliyê pêşkêşkarê rêûresmê ve pexşanek hate pêşkêşkirin û xêrhatin ji mêwanan hate kirin, herwisa peyama Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê bi hilkefta roja Pêşmerge û Alaya Kurdistanê, ji aliyê “Xalb Hebîbî”, berpirsê Melbenda 3 a Kurdistanê ve hate xwendin.

Li beşeke din a rêûresmê de ji aliyê pêşkêşkarê korê ve kurtiyek ji dîroka peyva Pêşmerge hate pêşkêşkirin.

Herwisa ji aliyê Nizam Secadî ve bi hevkariya Aram Izzetgpenah, berhemeke hunerî pêşkêş bi amadebûyên li rûresmê, hate kirin.

Li beşeke din a vê rêûresmê de daxwaz ji hevrêyê têkoşer û pêşmergeyê dêrîn “Mîrzaelî Kesnezanî” hate kirin ku çend bîranînên xwe ji çawatiya tevlîbûn bi refên Hêza Pêşmergê Kurdistanê û yekem rêûresma 26ê Sermawezê li sala 1363 a Rojî li hêza “Ezîz Yûsifî” ser bi bajarê Seqizê, bo beşdarbûyan bas kirin.

Piştre “Nasih Xakî” ve pexşanek li jêr navê “Pêşmerge” hate pêşkêşkirin.

Herwisa li beşeke din de kurtiyek ji dîroka Alaya Kurdistanê, ji aliyê pêşkêşkarê rêûresmê ve hate pêşkêşkirin.

Piştre lewheya rêzgirtin û spaskirinê li hember xwederbasbûn û parastina dîsîplîna Hizbê bi çend pêşmergeyên Medlbenda 3 a Kurdistanê yên bi navên “Firmêsk Kerîmî, Sergul Mewlûdaxa, Saman Bexşende û Hêmin Mihemedîsa” ji aliyê “Kuroş Nusretî” yê endamê Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê ve pêşkêşkirin

Herwisa “Rêbwar Hesenî” bi hevkariya “Aram Izetpenah” ve 2 berhemên hunerî, pêşkêş kirin.

Li beşeke din de jî girûpa Govenda Rojhilat bi pêşkêşkirina tabloyeke hunerî, rêûresim xemilandin.

Rêûresm bi govend û dîlan û keyfxweşiya beşdarbûyan bi dawî hat.