Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî bi hilkefta roja Ala û Pêşmergên Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê berdewam in

12:18 - 16 Kanûna pêşîn 2024

Endam û alîgirên bivêr ên Hizba Dêmokrat li gund û bajarên Rojhikatê Kurdistanê de bo rêzgirtin ji 26ê Sermawezê, roja Ala û Pêşmergeyê Kurdistanê, çalakiyên berfireh ên teblîxî bi rê dibin.

Li berdewamiya xebat û çalakiyên teblîxî yên endam û alîgirên Hizba Dêmokrat bi hilkefta 26ê Sermawezê roja Pêşmergeyê Kurdistanê li çendîn gund, dever û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de wêne, trakt û posterên taybet bi 26ê Sermawezê hatine belavkirin û li piraniya wan cihan de Ala ya Kurdistanê hatine bilindkirin. 

Çalakiyên nû li wan cihan de bi rê ve çone:

Li rêya li navbera Bokan-Sayînqelayê li terebara taze ya bajarê Bokanê de Ala yeke mezin a Kurdistanê li ser dîwarê tenîşta vê rêyê hatiye kêşandin û dirûşmên taybet bi vê rojê li ser dîwaran hatine nivîsandin.

Herwisa li nav bajarê Azerşehrê û rêya Ecebşêr-Azerşehrê, ser bi parêzgeha Tewerêzê trakt û wêneyên Hizbî yên taybet hatine belavkirin.

Li bajarê Goyktepe ser bi bajarê Mihabadê, gundên Qeredax, Xurxure, Gird Yaqûb, Kone dê û Daşxanê ser bi barê Mihabadê, li devera Hewşarê de li rêya Tîkab-Sayînqelayê li navbera gundên Geraw û Sancûdê, rêya li navbera gundê Zeykenî bo SayînQelayê û herwisa li gundên Tikeş, Tazeqela, Qubad Begiyan, Kanî Şînke, Gezgesk, Qebrê Husên û rêya Hengewê ser bi bajarê Pîranşarê çalakiyên berfireh ên teblîxî bi rêve çon.

Herwisa li nav bajarê Qesrê Şîrînê,ser bi bajarê Kirmaşanê, bajaroka Nê ser bi bajarê Merîwanê dimikê çiyayê Trexe li bajarê Bokanê, bajarê Pawê,  li nav bajarê Kirmaşanê, gundê “Axutman”ê ser bi bajarê Bokanê, gundê nemencê ser bi bajarê Pîranşarê, li Niyerê ser bi bajarê Sinê, çiyayê Kêwequtkey Daşbend li bajarê Bokanê, gundê sertanê ser bi bajarê Mihabadê, şalakî bi rê veçon.

Li bajarê Rebetê û derdora wî bajarî li taxên wî bajarî ên wek “Sêrêya Lîlanî, Hurmuzawê, Yekşemebazara Rebetê, şeqama Muellim, parka Beharan, felekeya Cotyaran, şeqama îman, şeqama Kani Guwêzê û kemerbendiya Mihabadê de bi awayekî berfireh şalakiyên teblîxî bi rê ve çon.

Herwisa li Dizeya Mirgewer ser bi bajarê Urmiyê û gundê Bawanê , endam û alîgirên Hizba Dêmokrat alavên teqîn ên wek gulleyên yariya agirî avêtin esman û pêşewazî li roja Pêşmergeyê Kurdistanê kirin

Li gundê Çiyane ser bi bajarê Pîranşarê, Ala ya Kurdistanê li çendîn cihên wî gundî de hatine bilindkirin.

Çalakiyên teblîxî berdewam in û xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi taybet endam û alîgirên Hizba Dêmokrat wan çalakiyan berdewam dikin û rêz ji nav û roja Pêşmerge û Ala ya Kurdistanê digrin.