
Endam û alîgirên Hizba Dêmokrat tevî rewşa ewlehiya tund li çendin cihan de li derdora bajarê Selmasê û bajarê Urmiyê çalakiyên berfireh ên teblîxî bi hilkefta roja Ala û Pêşmergeyê Kurdistanê, bi rê ve birin.
Li berdewamiya xebat û çalakiyên teblîxî bi hilkefta 26ê Sermawezê roja Pêşmergeyê Kurdistanê li gundên “Heftwan û Melhemê” ser bi bajarê Selmasê û herwisa li taxên wek Terzliya, Îslamabad û taxa Qehwê çalakiyên berfireh ên teblîxî bi rê ve çon.
Pêştir jî li çendîn deverên din ên wî bajarê de çalakiyên teblîxî bi rê ve çobûn.
Endam û alîgirên Hizba Dêmokrat li wan deveran de, wêne, poster û traktên taybet bi roja Pêşmergê Kurdistanê bi awayek berfireh belav kirin.