
Malnişînkiriyên şirketa Muxabirat, pêşkirên malan ên “Meskenê Millî”, karmendên pîşeya neft û gaz û hejmarek ji xelkê medenî, li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Roja 12ê Sermawezê, li Rojhilatê Kurdistanê de malnişînkiriyên îdareya Muxabirat li bajarên, “Merîwan, Bîcar, Kirmaşan, Sine û Urmiyê”, nerizayetiya xwe li hember birêveneçona biryarnameya xweşbijîvî ya sala 1389 a rojî, zêdekirina pişka bîmeya zêdekirî ji 20 bo %50, nedana dirafên bîmeyên “Dana û Moellim” û çendîn mijarên din ên malnişînkirinê, li ber deriyê îdareya muxabirat li wan bajaran de kombûna nerizayetiyê, lidar xistin.
Herwisa li bajarê Sinê de pêşkirên malan ên “Meskenê Millî” bi sedema vernegirtina malên pêşkirî û zêdekirina neyasayî ya nirxa wan malan û herwisa nedana wan malan, li rûberûyê bînaya îdareya “Rê û Bajarsazî” ya rêjîmê li bajarê Sinê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Li vê rojê de pêşkirên malan ên “Meskenê Millî” ya devera Perend a bajarê Têharanê, li rûberûyê meclîsa rêjîmê kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin.
Herwisa karmendên pîşeyî yên neft û gaza Îranê li devera kar a girava Lawan, kombûneke nerizayetiyê lidar xistin.
Li parêzgeha Gîlanê de jî xelkê gundê “Perkapişt a Yawerzade” ser bi devera Kurka ya bajarê Astanê Eşrefiyê, li derheq pîskirina jîngehê ji aliyê kompaniya kûd, kombûna nerizayetiyê bi rê vce birin.