Amerîkayê ragihand ku dorpêçên wî welatî bi ser nefta rêjîma Îranê her berdewam in û xalên vê dorpêçkirinê têne birêvebirin.
“Abram Pîlî”, Nûnerê Taybet ê Wezareta Derve ya Amerîka li karûbarê Îranê li roja Dûşemî 26ê Sermawezê bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de li berteka hewlên rêjîma Îranê bo firotina neyasayî ya milyonan bermîl neftê, bi tekezî nivêsandiye: “Dorpêçên wî welatî bi ser nefta rêjîma Îranê her berdewam in û xalên vê dorpêçkirinê têne birêvebirin”.
Herwisa navbirî li vê peyama xwe de îşare bi raporên piştrastnekirî yê veguhatin û firîtina rengehî ya nefta paşkevtkirî ya Îranê kiriye.
Bi nêzîkbûna hatine serkar a Donald Trump wek serkomarê Amerîkayê û egera zivirîna siyaseta givaşa herî zêde bo ser rêjîma Îranê, raporên li derheq zêdekirina firotina rojane ya nefta Îranê bi Çînê belav bûne.
Wezareta Xezînedariya Amerîkayê li çend rojên derbasbûyî de jî bi zêdekjirina 35 navend û gemiyên nefthilgir li lîstê dorpêçên Amerîka bo ser nefta Îranê zêde kiribûn ku rola wan li veguhastina neyasayî ya nefta Îranê de hebû, bi wî awayî Amerîkayê givaşeke zêdetir bo ser navgana sîber a rêjîma Îranê aniye.