Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdem digel nerizayetiyên bi sedema qutbûna berqê, nirxa Dolar jî li Îranê de zêdetir bûye

11:40 - 17 Kanûna pêşîn 2024

Piştî daxistina xwendingehan, îdareyan û beşeke zêde ya pîşeya Îranê û zêdebûna nerizayetiyan li Îranê, nirxa Dolar li Îranê de berwajiyê dirûşmên rêjîmê, zêdetir bûye.

Roja Duşemî 26ê Sermawezê, nirxa Dolar li Îranê de ji 76 hezar Tumenî bilindtir bûye û ew yek hevdem digel zêdebûna nerizayetiyan li Îranê bi sedema qutbûna berqê û nebûna şewata wizewgehên berhemanîna berqê ye ku daxistina bi zorê ya xwendingehan, îdareyan û kargeh û şirketên pîşeyî li Îranê li pey hatine.

Pêka dawî raporan nirxa Dolar li bazarên Îranê de, ji 76 hezar û 500 Tumenî derbas bûye û hevdem nirxa dirafên din ên biyanî û herwisa nirxa zêr li Îranê bilindtir bûye.

Pêka raporên belavbûyî, piştî qutbûnên lipeyhev a berqê li Îranê û daxistina bi zorê ya navendên pîşeyî, îdare û xwendingehan, pirsgirêkên xelkê Îranê hêj zêdetir bûne û rêjeya nerizayetiyan li Îranê li derheq rewşa jiyanê gelek zêdetir bûne.