Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 10 kombûnên nerizayetî li Îranê de bi rê ve çon

11:42 - 17 Kanûna pêşîn 2024

Zêdetir ji 10 kombûnên nerizayetî li roja Dûşemî 26ê Sermawezê li çendîn bajarên Îranê de ji aliyê malnişînkiriyan, kedkaran û bazariyan ve bi rê ve çon.

Roja 26ê Sermawezê, hejmarek ji kedkarên girêbestkar ên şirketa neft û gaza Geçsaranê li rûberûyê ofîsa nûnerê meclîsa rêjîmê yê Geşsaranê, kombûna nerizayetî lidar xistin û daxwaza nehiştina girêbestkaran û girêbesta rasterast digel vê şirketê kirine.

Herwisa malnişînkiriyên îdareya Muxabirat li bajarên Şîraz, Şehrê Kurd, Bender Ebas û Birûcêrdê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza mafê binpêkiriye xwe kirin.

Li bajarê Kirmanê de jî kedkarên bêkarmayî yên girêbestkar ên şirketa berhemanîna mis ya “Diralû” li derheq nedana kar û pêrenegihîştina berpirsên pêwendîdar bi daxwaziyên xwe, kombûna nerizayetiyê li rûberpûyê vê şirketê, lidar xistin.

Karmendên şirketa neft û gaza Felatê Qarê li dorgeya Lawn jî kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaziyên xwe yên berê dubare kirin.

Bazariyên yekeya ticariya Elaeddîn li bajarê Têhranê, li derheq zêdebûna nirxan û siyasetên ticarî yên rêjîmê, nerizayetiya xwe dane xuya û kombûna nerizayetiyî lidar xistin.

Herwisa li bajarê Têhranê de hejmarek ji neraziyan li derheq qutbûna berqa bajaroka pîşeyî ya Seba, cotsayda Têhran-Sawê daxistin.