Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li 26ê Sermawezê, rêjîma Îranê 4 kes li girtîgehên xwe de bidar vekirin

11:43 - 17 Kanûna pêşîn 2024

Bi biryara dadgehên rêjîma Îslamiya Îranê, 4 kes ku bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin li 3 girtîgehên rêjîma Îranê de hatine bidarvekirin.

Roja 26ê Sermawezê, 4 kes ku bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber, ji aliyê dadgehên rêjîma Îslamiya Îranê ve sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin, li girtîgehên rêjîmê li bajarên “Gurgan, Nêyşabûr û Erdekan”ê de hatine bidarvekirin.

Pêka raporên belavbûyî “Hemze Mîrzapûr ê temen 37 salî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Gurganê, Şahrox Fehîmî yê temen 23 salî li girtîgeha rêjîmê li bajarê “Nêyşabûr”ê de hatine bidarvekirin.

Herwisa “Mihemedelî Dereke” yê temen 54 salî û “Siyaweş Yarî” yê temen 67 salî ku her du xelkê bajarê Kirmaşanê bûne, li girtîgeha rêjîmê li bajarê “Erdekan”ê ser bi parêzgeha “Yezd”ê hatine bidarvekirin.

Rêjîma Îranê bi sepandina sizaya bidarvekirinê û herwisa bidarvekirina rojane çendîn girtiyan ku pitir ji netewên “Kurd û Belûç”in, wek alavekê bo çavtirsandin û tepeseriya zêdetir û çêkirina rewşeke bi sam li civakê de bi kar tîne.