Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî bi hilkefta 26ê Sermawezê, berdewam in

11:46 - 17 Kanûna pêşîn 2024

Endam û alîgirên Hizba Dêmokrat ku ji çendîn rojan berî niha ve çalakiyên teblîxî yên bi hilkefta 26ê Sermawezê, roja Pêşmergeyê Kurdistanê û Alaya Kurdistanê dest pêkiribûn, hêj berdewam in.

Endam û alîgirên têkoşer ên Hizba Dêmokrat li berdewamiya çalakiyên teblîxî li wan cihan de jî çalakîbi rê ve birine: Gundê Kundelanê ser bi bajarê Seqizê,gundê Celdiyanê ser bi bajarê Pîranşarê, gundê Paşbulax”ê ser bi bajarê Bokanê gundê Filkanê ser bi bajarê Urmiyê, gundên Qolesen û Befrewanê ser bi bajarê Mihabadê, gundên Kanîtomar, Burhan, Şerefkendî û Terexe ser bi bajarê Bokanê, gundê “Lic”ê ser bi bajarê Mihabadê”.

Herwisa li gundên “Tirkeşî, Şinozeng, Zengiyawê, Şêwemêr, Çeko, Xirape, Girdebin, Sincelî û Daye Şêxî” ser bi bajarê Piranşarê, gundê paşbulax,Seydawê, Nobarê û herwisa devera li navbera Nobar û Terexê ser bi bajarê Bokanê û herwis rêya li nabera Bokan-Mihabadê li Ax Teterê”.

Li bajarê Kirmaşanê de jî li taxên “Meskenê Mêhr, Doletabad û Şehreka Îslamiye” de çalakiyên berfireh ên tenbîlxî bi rê ve çone.

Li wan çalakiyan de, wêne, trakt, posterên taybet hatine belavkirin û li piraniya wan cihan de jî Alaya Pîroza Kurdistanê hatiye bilindkirin.