Pêka dawî raporên belavbûyî belgeyeke din ji cinayetên hovaneya rêjîma Beşar Esed û rêjîma Îranê ku bi hevkariya hev li Sûriyê de encam dane, hate dîtin û her rojê gorên bikom têne peydakirin.
Li berdewamiya cinayetên spaha pasdaran a terorîst û rêjîma Beşar Esed li jêr navê berevanî ji cihên pîroz, hatiye eşkerekirin ku li taxa Husyniye ya bajarê Demişqê de zêdetir ji 75 hezar girtî li girtîgehên rêjîma Beşar Esed li vê taxa bajarê Demişqê de hatine kuştin.
Herwisa bi dehan gorên kuştina bi kom a xelkê Sûriyê ku hejmareke zêde jin û zarok jî li nav wan de hebûne, hatine peydakirin û li dawî rapora belavbûyî de jî li goreke bi kom de li nêzî devera Ezre`ê li bakûrê bajarê Dir`ayê de termê 35 kesan ku hejmarek jin û zarok jî li nav wan de hebûne, hatiye dîtin û herwisa çendîn gorên bi kom ên din jî hatine peydakirin.
Cinayetên rêjîma Îranê bi taybet ên bi serperestiya Qasim Silêmanî terorîstê cinayetkar ê navnetewî digel rêjîma Beşar Esed roj bi roj têne eşkerekirin.
Gorên bi kom pitir li kûrahiya nêzî 20 metran li jêr erdê de ne û peydakirina termê kuştiyên bêtawan ku qurbaniyên zêdexwaziyên rêjîma Îranê û rêjîma Beşar Esed in berdewam in.