Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresmeke bi şan li roja Pêşmerge û Alaya Kurdistanê hate lidarxistin

12:23 - 17 Kanûna pêşîn 2024

Roja Yekşemî 25ê Sermaweza 1403 a Rojî, rêûresmeke bi şan ji aliyê endamên rêberî, kadr û pêşmergeyên Hizbê û Hêza  Pêşmergeyê Kurdistanê bi hilkefta 26ê Sermawezê, roja Ala û Pêşmergê Kurdistanê bi rê ve ço.

Li destpêkê de û li beşa yekem a rêûresmê de piştî bixêrhatinkirin ji mêwanan ji aliyê “Diyako Mesûdî”, berpirsê Beşa Perwerdeya Hêza Pêşmergê Kurdistanê, pêşangeheke wêneyan hate vekirin.

Ew pêşangeha bi serperestiya “Kêywan Fatihî” û keçên pêşmerge ve hatibû amadekirin ku wênekirinek ji demên jiyana pêşmergetiyê bû.

Piştre perde li ser nîşandana vîdyokilîpekê hate rakirin ku taybet bi aliyek ji jiyan û xebata pêşmergeyan bû.

Beşa duyem a vê rêûresmê bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û demek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqijê Şehîdên Kurdistanê û rêjeya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê dest pêkir.

Li destpêka vê beşê de Kawe Behramî, Endamê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û berpirsê Navenda Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê, peyama Navenda Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê bi hilkefta roja Ala û Pêşmerge pêşkêş kir.

Li beşeke din de wek resma hemû salan a Hizba Dêpmokrat, lewheya rêzgirtin ji xebat û tekoşîna wan hevrêyên ku 20 salan liu refên Hizbê de xizmet bi gelê xwe kirine, ji aliyê Kawe Behramî, Berpirsê Navenda Pêşmertgeyê Kurdistanê hate pêşkêşkirin. 

Ew hevalên ku xelata 20 saleya tekoşîna pêşmergetiya xwe vergirtin ev in: “Rehman Selîmî, Nasir Salihî Esil, Ebdulla Ezîzzade, Mihemed Mekarî, Mihemed Baldar, Salih Xelîlbegî, Şemçal Terxîbî, Mihmed Kol(Hemekol), Îbrahîm Bêhrûzî û Şoreş Ehmedî”.

Li berdewamiya beşa 2 a rêûresmê de Navenda Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê rêz ji hejmarek ji berpirsan, kadir û fermandeyên hêza Poêşmerge girt ku ji aliyê endamên rêberiya beşdar li rêûresmê, xelatên wan hatine pêşkêşkirin.

Qonaxa dawî ya rêûresma rêzgirtin ji roja Ala û Pêşmergeyê Kurdistanê, hejumarek ji tabloya civaniya hunerî, sirûd û stran û govenda pêşmergeyan bû.